Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 26ê Sermawezê li melbenda 3 a Kurdistanê Simînarek bi rê ve ço

17:10 - 17 Kanûna pêşîn 2025

Roja 14ê Kanûna Pêşîn, simînarek bi hilkefta 26ê Sermawezê li melbenda 3 a Kurdistanê bo rêzdar “Kawe Behramî”, endamê Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û berpirsê “Navenda Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê” bi rê ve ço.

Semînar bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê Şehjîdên Kurd û Kurdistanê dest pêkir û rêzdar “Budax Budaxî” beranmeya semînarê bo beşdarbûyan şirove kir.

Rêzdar “Kawe Behramî” tevî pîrozbahîkirina Roja Pêşmerge û Alaya Kurdistanê, kurtiyek ji dîroka kurd li serdema Osmaî û Sefewiyan û dabeşbûna Kurdistanê bi 2 beşan û piştre dabeşbûn bi ser 4 welatên dagîrker û herwisa îşare bi tevger û şoreşên Kurd û rola hêza çekdar a Kurd heta berî Komarê, basek pêşkêş kir.

Piştre navbirî îşare bi pênasa netewî û Ala wek hêmayên netewî û bilindkirina Alaya Kurdistanê piştî herifandina dawî paşmaweyên rêjîma paşayetî li bajarê Mihabadê û rol û girîngiya ala wek hêmaya netewî kir.

Navbirî got ku Hizba Dêmokrat damezrêner û afirênerê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û Alaya Kurdistanê ye ku pitir ji 8 dehikan e ku li xebata netewî de berdewam e û xebat bo bilindragirtina Alaya Kurdistanê dike.

Rêzdar “Kawe Behramî” tevî îşarekirin bi xebat û rola Pêşmerge ji serdema Komara Kurdistanê heta niha û 5 dehikên xebata Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li desthilatariya dîktatoran de ragihand, ji aliyê wan dîktatoran ve hate milîtarîzekirin û bi berdewamî cebilxanê bo Kurdistanê şandine û ev yek nîşaneya tirs ji hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û pêgeha bihêz a Pêşmerge ye

Li dawî beşa Simînarê de beşdarbûyan dîtingehên xwe panînê ber bas û ji aliyê Rêzdar “Kawe Behramî” ve bersiva wan hate dan.