Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Hizba Dêmokrat serdana Hizba Şiyû`î ya Kurdistanê kir

17:26 - 17 Kanûna pêşîn 2025

Roja Sêşemî 16ê Kanûna Pêşîn, heyeteke rêberatiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar “Mistefa Hicrî”, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat, serdana Hizba Şiyû`î ya Kurdistanê kir û ji aliyê şanda rêberatiya vê Hizbê ve bi serperestiya rêzdar “Ebû Karwan”, Sikirtêrê Kumîteya Navendî ya Hizba Şiyû`î  ve hate pêşewazîkirin.

Li vê hevdîtinê de her duk aliyan bi awirdanek li dîroka pêwendiyên li navbera wan du Hizban, hejmarek pirs û mijarên pêwendîdar bi rewşa niha ya civaka Kurdistanê anîne ber besê.

Herwisa heyeta wan du hizban bas li egera guherînan li deverê de kirin û tekezî bi ser berdewamiya pêwendiyan li paşerojê di navbera xwe de kirin.