Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 26ê Sermawezê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin

17:30 - 17 Kanûna pêşîn 2025

Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat bi awayekî berfireh çalakiyên taybet bi 26ê Sermawezê roja Ala û Pêşmergeyên Kurdistanê li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê her berdewam dikin û beşek ji wan çalakiyên vê dawiyê ev in:

Li bajarê Urmiyê de tevî belavkirina trakt û posterên taybet bi 26ê Sermawezê, alaya Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat li devera Dizeya Mirgewer û herwisa li nav bajarê Urmiyê bi taybet li felekeya Helo û pasaja Geylanîzade de hatine bilindkirin û li gundê Rajanê de jî gulleyên taybet bi pîrozbahiyê hatine teqandin. Roja pêştir jî li Dizeya Mirgewer de Logoya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û Hizba Dêmokrat û herwisa alaya Kurdistanê hatibûne bilindkirin.

Li parêzgeha Kirmaşanê de li bajarê Şaabat û Serpila Zehaw, xortên şoreşvan peyameke pîrozxbahiyê bi hilkefta 26ê Sermawezê belav kirin û alaya Kurdistanê li ser kewirek mezin wêne kirin.

Li bajarê Bokanê de li bajaroka Turcanê, Alaya Kurdistanê hate bilindkirin û herwisa li gundên “Camerd, Gilolana xwarê û Kanî Tomarî”yê de çalakî bi rê ve çon û li gundê “Mîrawê” logoya Hizba Dêmokrat li nav kolanan de hate bilindkirin û peyama pîrozbahiya 26ê Sermawezê hate belavkirin.

Herwisa li bajarê Banê de ciwanên Dêmokrat tevî belavkirina peyama pîrozbahiyê, çalakiyên berfireh lidar xistin û soza xwe digel armacên Hizba Dêmokrat nû kirin û hewrwisa bilindahiya çiyayê Dûzîn bi Alaya Kurdistanê hate xemilandin.

Li bajarê Pîranşrê de jî, alaya Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat li ser deriyê dibistana gundê Şînawê hate bilindkirin û li gundên “Girdebin, Sincelî, Girdas, Karxane qend, Sêrêya Xurînc-Kêle Sîpan û Daye Şêxî”yê de û herwisa li nav bajar jî çalakî hatine birêvebirin.

Li bajarê Seqizê, çalakî li taxa “Tazawa”yê û bajaroka Merxuz û herwisa li gundên “Talcer, Kanî Bend û Gewrik”ê de jî bi rê veçon.

Li bajarê Mihabadê li gundên “ Sertan, Kose Kerêz” û devera “Saro Mîraqaz”ê li gundên “Kone Dê û Uzinderê”, çalakî hatine lidar xistin.

Li bajarê nexedê de jî bi awayekî berfireh çalakî hatine lidar xistin.

Li bajarê Şinoyê li gundê “Narê” jî çalakî bi rê ve çon.

Li bajarê Sinê de tevî peyama pîrozbahiyê, li nav bajar û gundên “Devera Leylax, Gerûs û Husênawa”yê û herwisa gundê “Hersîn”ê ser bi Jaweroya bajarê Sinê, çalakiyên berfireh hatine lidar xistin.

Li bajarê Merîwanê li gundên “Derbenda Dizlî, Balek, Derenaxî, Derziyan û Şaran” û devera Berê Begzadeyê de jî çalakiyên berfireh hatine birêvebirin.

Li bajarê Kamêranê li nav bajar de çalakiyên berfireh bi rê ve çon.