Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi beşdariya şanda rêberatiya Hizba Dêmokrat, termê Husên Kurdnijad bi axê hate spartin

17:37 - 17 Kanûna pêşîn 2025

Piştînîvroya roja 16ê Kanûna Pêşîn, bi beşdariya şandeke rêberatiya Hizbê, termê xwedêjêrazî Husên Kurdnijad, nivîskar û lêkolerê Kurd li goristana Pîrmam bi axê hate spartin.

Li rêûresma biaxspartina xwedêjêrazî “Husên Kurdnijad” ku bi beşdariya nûnerên Hizbên siyasî û dehan nivîskar û wêjezan û çalakvanên siyasî bi rê ve ço, destegula emegnasî û pêzanîna Hizba Dêmokrat li derheq temenek xizmetkirina netewî û zanistiya vî kesayetiyê siyasî û zanistiyê Kurd ji aliyê rêzdar Mihemednezîf Qadirî, endamê Desteya Krgêrî û rêzdar Kemal Kerîmî, endamê Kumîteya Navendî ya Hizbê li ser gora nemir Kurdnijad, hate danîn. Her li vê rêûresmê de çendîn kesayetiyên siyasî û nivîskar û lêkolerên Kurd, gotarên xwe pêşkêş kirin û li gotarên xwe de îşare bi xizmetkirina zanistî û akademîk a xwedêjêrazî Husên Kurdnijad kirin.

Xwedêjîrazî Husên Kurdnijad li sala 1333 a rojî li malbateke navdar a bajarê Urmiyê de ji dayîk bibû.

Xwendina destpêkî li bajarê Urmiyê û qonaxên navendî li bajarê Têhranê de bi dawî anî û qonaxên xwendina akademîk li zanîngehên Tirkiye, Birîtaniya û Swêdê li warên cografiya mirovî, dêmografî û Dêmokrasiyê de bi dawî anî. Pirtûka zanînistî-aborî ya “Bazar Çiye” ku ji zimanê Swêdî ve vergêrandiye bi zimanê Kurdî, yek ji berhemên berçav ên Husên Kurdnijad e.

Xwedêjêrazî “Husên Kurdnijad”, çalakî û tekoşîna siyasiya xwe li Hizba Dêmokrat a Kurdistsna Îranê de dest pêkir û heyamê çend salan li ofîsa nûneratiya Hêza Dêmokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Parîsê û nûneratiya Hizbê li Swêdê, têkoşînek tejî xizmetkirinê hebû.

Nemir Kurdnijad zêdetir ji 10 sal bû ku vegeriyabû Herêma Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê li Enîstîtoya lêkoîn û geşepêdana Kurdistanê de berpirsê dîska aborî ya vê enistîtoyê bû û li vî heyamî de dehan lêkolînên girîng û bi nirx li ser geşepêdana aboriya Herêma Kurdistanê, bi wan berheman xizmetekî zêde a siyasî û zanistî kir.

Mixabin, xwedêjêrazî “Husên Kurdnijad” li şeva Înê 12ê Kanûna Pêşîn li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê de bi sedema nexweşiyê, li temenê 71 saliyê de koça dawiyê kir.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq koça dawî ya “Husên Kurdnijad” sersaxiyê dibêje malêbat û kesûkarên vî û xwe bi hevparê xem û nerehetiya wan dizane.