Pêka rapora rojnameya “Yedioth Ahronoth” a Îsraîlê, “David Barnea” yê serokê “Mûsad”ê huşdarî da û got: “rêjîma Îranê dixwaze careke din bi lihevkirineke navkî ya xirab cîhanê bixapîne û em bi tekezî dibêjin ku bi ti awayekê em derfetê nadine rêjîma Îranê ku lihevkirinek lawaz hebe”.
Herwisa navbirî ragihand: “Me derfet nedaye rêjîma Îranê û derfetê jî nadin ku lihevkirinek xirab hebe, rêjîmek ku xewna jinavbirîna Îsraîlê dibîne. Rêjîmek ku bi geşedan bi bernameya çekên navkî û meyandina Oraniyomê heta gihîştin bi şiyana navkî ya serbazî cîhan xapandiye, li egera peydakirina yekem derfetê, dê çeka navkî berhem bîne û li hizra wan de çeka navkî her heye.
Hûşdarîdana vî berpirsê Ewlehiya Îsraîlê dide xuya ku Îsraîl li ser jinavbirina şiyana navkiya rêjîma Îranê micid û pêdegir e û bi ti awayek derfetê nade rêjîma Îranê Ku her rojê durûşma jinavbirina Îsraîlê jî dide, çeka navî hebe.