Pêka dawî raporên belavbûyî, reftarên hovaneyên rêjîmê digel neraziyan gelek tundtir bûye û herwisa, khwenîşandan jî berfirehtir bûne û khelkê bersiva tundûtîjiyên hêzên tepeserker daye û pêka hinek raporan hêzên hov ên rêjîmê teqe li wkhenîşanderan kirine.
Li bajarê Têhranê de hêzên hov ên îtizamî êrîşkirine ser cihê khewa keçan a zanîngeha Bihiştî û çendîn keç binçav kirine û li encama lêdana khwendekarên li vê zanîngehê, rewşa tendirûstiya keçekê ku bo nekhweşkhanê hatiye veguhastin, ne başe.
Herwisa li bajarê Îzê de jî zarokekî temen şazde salî ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatiye binçavkirin.
Li bajarên Babol, Erak, Kûhdeşt, Îsfehan, Fesa, kirmaşan û çendîn bajarên din de tundûtîjî û levdan li navbera khelkê û hêzên rêjîmê de qewimîne û hêzên rêjîmê li hember khelkê revîne.