Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn berpirsên Amerîkayê piştevanî li gefxwarina Donald Trump li rêjîma Îranê kirin

10:50 - 3 Kanûna Paşîn 2026

Piştî axaftinên Donald Trump li derheq xwenîşandanên li ser şeqaman li Îranê û gefxwarin ji rêjîma Îranê, hem Wezareta Derve ya Amerîkayê û hem çendîn senator û endamên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê piştevanî li biryar û helwêsta Donald Trump kirin.

Li vê derheqê de “Tom Cotton”, Senatorê Komarîxwaz ê Amerîka piştevanî li biryara Donald Trump kir û ragihand: “Ez li biryara micid a Donald Trump li hember rêjîma Ayetullhan piştevaniyê dikim, ev rêjîm xelkê Îranê îşkence dike.

Ji aliyê dine “Carlos Gimenes” Kongirêsmenê Amerîka û endamê Komîteya Hêzên Çekdar ên Amerîka li meclîsa Nûneran a Amerîkayê, tevî piştevanîkirin li helwîsta Donald Trump li derheq rêjîma Îramê de ragihand: “Ev Dîkatoriya Şeytanî dibe bo nava zibildana dîrokê bê avêtin”.

Herwisa “Lindsey Graham” Senatorê Komarîxwaz tevî piştevanîkirin li helwêst û biryara Donald Trump, ragihand ku xwenîşandanên vê dawiyê li Îranê, derfetek bo sekinîn li hember rêjîma olî ye.

Ji aliyê din ve Wezreta Derve Ya Amerîkayê ragihand ku Amerîka hemû hewlên xwe bo givaşxistina herî zêde bo ser rêjîma Îranê dê berdewam bike.

Roja derbasbûyî serkomarê Amerîka haydariyekî tund de ragihand, ger rêjîma Îranê xwenîşanderan bide ber gulleyan û bikuje, Amerîka dê bo parastina wan xwenîşanderan dê hewara wan de bêt.