Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li xwenîşandanên bajarê Têhranê de zêdetir ji 10 Kurdan şehîd bûne

10:40 - 13 Kanûna Paşîn 2026

Roja 11ê Kanûna Paşîn li serhildanja xelkê bajarê Têhranê, 3 ciwanên xelkê bajarê Selmasê ku tevlî serhildanê bibûn li encama teqeya rasterasty a hêzên tepeserker û hov ên rêjîma Îranê li  meydana Pûnek a bajarê Têhranê de hatine şehîdkirin.

Navê yêk ji wan şehîdan “Diyar(Areş) Pûre Çehrîq”, temen 32 salî, kurê “Elî “xelkê gundê Çariyê û rûniştiyê gundê “Pitewir”ê ser bi bajarê Selmasê ye û herwisa hatiye ragihandin ku nave yek ji wan şehîdan jî “Mîlad Etmanî” xelkê gundê “Zengo”yê ser bi bajarê Selmasê ye û nasnameya kesê din jî hêj bi serastî nehatiye zanîn, basê hindê heye ku evê din xelkê gundê îngîcê be.

Herwisa gorî zaniyariyan Elîriza Seyîdî xelkê Awdananê, Selam Mîranî xelkê Merîwanê, Burhan Seyîdî ku hatiye zanîn ku ev jî xelkê Selmasê bû, Îbrahîm Ehmedpûr xelkê Seqizê, Mihemed Zemanî xelkê Eywanê, her li Têranê de, roja berî hingê ji aliyê hêzên rêjîma cinayetkar ve bi guleyên şer şehîd bûne.