Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevxemî û piştgîriya Rêkxirava JUSOS Ciwanên hizba Sosyaldemokrata Alman ji “Yeketiya Ciwanan” û hemû xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê

10:58 - 13 Kanûna Paşîn 2026

Rêkxirava JUSOS Ciwanên hizba Sosyaldemokrata Alman (SPD) bo piştevanî li nerizatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê peyamek belav kir û ragehand: Em wekî rêkxirava JUSOS derheq şehîdbûna dehan ciwanên Kurd hevxemiya xwe ligel rêkxirava “Yeketiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê” didne xûya pişthîriya şoreşa hemû xelkê Îran, Kurd, Belûç û xelkê serhildêr ku bo azadî û kerametê hatine ser şeqaman radigehînin.

Di peyama Rêkxirava JUSOS Ciwanên hizba Sosyaldemokrata Alman (SPD) hatiye: Çend roj e xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê dijî rejîmeke dîktator xwenîşandanê dikin ku ev rêjîm bi tundûtîjî û hovane bersiva qeyranên civakî û nebûna rewayî ya siyasî dide.

Ciwan li hêla pêşve ya wan nerizatiyan de ne û di demekê de înternêt bi temamî hatiye daxistin, ku ji aliyê rejîmê ve rûbirûyê tundûtîjiyên hov dibin.

Em wekî ciwanên “JUSOS”( Ciwanên Sosyaldemokrata Allman SPD) hevxemiya xwe digel rêkxirava Yeketiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê” didene xûya û ligel hemû xelkê Îranê, Kurd, Belûç û xelkê serhildêr ku bo azadî û kerametê hatine ser şeqaman disekinin.

Em bi hevdengiyê ligel hemû xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne ku dijî rejîma axûndan û bo azadiyê xwenîşandanê dikin. Desthilata axûndan ji mêjveye dawî pê hatiye.