Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaza derxistina balyozên rêjîma Îranê ji welatên Ewropayê kefte ber bas

11:21 - 13 Kanûna Paşîn 2026

“Hanna Nêumen” Endama Parlemana Ewropayê bi helwîstgirtinek eşkere ku mizgîniya bi tenêhiştina zêdetir a bikerên tundûtîjiyê dide, ragihand ku serdema bêdengiya dîplomasiyê li hember tepeserkirina nerizayetiyan bi dawî hatiye.

Herwisa vê Endama Parlemana Ewropayê bi rohnî, ragihand ku hewceye balyozên rêjîma Îranê ji welatê Ewropayê bêne derêxistin.

Serokê parlemana Ewropayê jî li daxûyaniyekî fermî de ragihand ku, niha pêde çona hemî dîplomat û berpirs û nûnerên rêjîma Îranê bo parlemana Ewropayê qedexe ye.

Serokê parlemana Ewropayê ragihand ku rêjîma Îranê bi avayê herî hovane xelkê dikuje û tepeser dike, em jî wekî bertek hemî peywendiya xwe digel vê rêjîmê qut dikin.

Serokwezîrê Usturaliya jî tewî şermezarkirina cinayetên rêjîma Îranê, ragihand ku em piştewan û ber kêlega xelkê Îranê ne bo geheştina wan bi azadî û kerametê.

Serokwezîrê Usturaliya ragihand ku bona îsbata vê piştewaniya xe ji xelkê Îranê jî, yêkim pêngava me derêxistina balyozê Îranê û daxoistina balyozxaneya rêjîmê ye.