Piştî qutbûna çendîn rojeya înternet li Îranê û tundutîjiyên hovaneyên rêjîma Îranê li hember serhildêran û kuştina wan, “Sanaê Takayeçî” ya Serokwezîra Japonê û herwisa wezareta Derve ya Japonê bi belavkirina peyamên cuda nigeraniya kûr a xwe li vê derheqê de dane xuya.
“Sanaê Takayîçî” li tora civakiya “X” de nigeraniya kûra xwe li derheq raporên belavbûyî yên kuştin û birîndarkirina neraziyan daye xuya û bi tekezî ragihandiye ku dewleta Japonê bi dijî her cure tundûtîjî, digel nerizayetiyên aşitîxwazne ye.
Pêştir jî berpirsên Yekîtiya Ewropayê û hejmarek ji berpirsên welatên Ewropayê, tundûtîjî û hovitiyên rêjîma Îranê li hember serhildêran şermezar kirine.