Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li derheq cinayetên rêjîmê, 2 hevpeymaniyên siyasî daxuyaniyek hevpar belav kirin.

10:11 - 14 Kanûna Paşîn 2026

Hevpeymaniyên “Kongireya Netewên Îrana Federal û Yekgirtina Giştî bo Azadî û Vekhevî li Îranê”, li derheq kuştina sîstematîk a neraziyan û cinayetên berdewam ên rêjîma îslamiya Îranê bi dijî mirovahiyê, daxuyaniya hevpar rû bi civatgeha cîhanî ya parêzvanên mafên mirovî û parastina kerameta mirovî belav kirin.

Di destpêka daxuyaniyê de hatiye: Eva ku îro li Îranê de diqewime, pêka pîverên mafên navnetewî, ne “aloziyek navxweyî” ne alozîtêketinek li aramiya giştî û ne derbasbûn ji rewşek ewlehî ye. Tev kiryarên hatinî kirin ji aliyê deshilatdariya komara îslamiya Îranê, bi pêka mafên navnetewî, cinayet bi dijî mirovahiyê ye.

Belgeyên vîdyoyî û meydanî yên belavbûyî, hebûna şêwazeke diyarîkirî ji reftara hikûmî dide xuya:

Ev hemî termên kuştiyan bê diyarîkirina nasnameyên wan, bêparkirina qurbaniyan ji kesayetî û rûmeta mirovî û hewldana sîstematîk bo perdepoşkirina aliyên rastîn ên kuştinan. Ew kiryar tevî binpêkirina eşkere ya mafên bingehîn ên mirovî, nîşanderê hilveşîna tevav a cudatîdanîn li navbera deshlita rewa û tundûtîjiya eşkere ya hikûmî ye.

Reftara rêjîma Îranê mînaka herî rohn û berçav a binpêkirinên berdewam û bi micidî ya sozên navnetewî yên rêjîmê, ên wek sozên li girêbesta navnetewî ya mafên medenî û siyasî, xala qedexebûna kuştina xoserane, xala qedexebûna bêserûşûnkirina bi zorê û xala rêzgirtin ji rûmeta binyatî ya mirov e. hewldan bo sansorkirina rastiyan, înkarkirina rastiyan û tirsandina malbatan, her bi xwe beşek ji xeleka tawankariyan û tuntirkirina berpirsayetî ya navnetewî ya rêjîmê tê hisêb.

Eva ku li Îranê de diqewime, minaka cinayet bi dijî mirovahiyê yeꓼ tawankariyek ku bi pêka yasayên navnetewî, derbasbûna dem li xwe nagire û berpirsayetiya vê li stuyê fermander, biker û tevahiya perpirsên pêwendîdar li astên cuda yên biryardanê ye.

Li hember cinayetên wiha de bêdengî, nebûna helwîsta praktîkî an asayîkirina pêwendiyên siyasî, binpêkirina xala bingehîn a berpirsayetiya hevpar a civaka navnetewî li rêgirîkirin ji cinayetên tund a navnetewî ye. Dewlet, navendên navnetewî û ragihandin erkdar in ku her cure reftarek ku bibe sedema parastîbûn ji sizakirinê, xwe biparêzin.

Em daxwaza wan encamdana  wan karên  rohn û lezgîn dikin:

Bi fermînaskirina wan bûyeran wek cinayet bi dijî mirovahiyê.

Çalakkirina rêkarên peydakirina rastiyan û bersivdana navnetewî.

Destpêkirina pêvajoyên yasasayî bo peydakirina fermander û bikeran, bi pêka yasaya rewya cîhanî.

Dawîanîn bi her cure rewatîdanek siyasî, dîplomatîk û hiqûqî bi deshilta ku bikerê cinayetên tund ên navnetewî bûne.

Piştevanîkirina bi bandor li mafên xelkê Îranê bo xwenîşandanên aşitîxwazane, berxwedana medenî û mafê azadiya diyarîkirina çarenivîsê.

Ev daxuyaniya, ragihandina helwîstgirtinek hiqûqî, exlaqî û dîrokî ye.

Cinayetên navnetewî têne tomarkirin, berpirsayetî dimînin û bersivdan tevî egera paşkevtinê, her dê bê kirin.

Bikaranîna berfireh û armancdar ji hêza tundûtîjî û kuştinê bi dijî nerazîyên medenî, teqeya rasterast bi xelkê, kuştinên serweyî yasayan, bêserûçûnkirina bi zorê ya termên kuştiyan, rêgirîkirin ji gihandina zanyariyan bi malbatan û givaşxistin, gefxwarin û sizakirina malbatên qurbaniyan, ne kiryarek mijarî yan berteknîşandanek e, belku beşek ji êrîşa berfireh û sîstematîk bi dijî xelkê medenî ye.

Yekgirtina Giştî bo Azadî û Wekhevî li Îranê

Kongireya Netewên Îrana Federal ,

13ê Kanûna duyem a 2026