Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senator Cîm Rîş, daxwaza sizakirina bikerên cinayeta avêtina şervana Kurd kir

16:21 - 14 Kanûna Paşîn 2026

“Jim Risch” Serokê Komîteya Pêywendiyên Navnetewî ya Senaya Amerîkayê li roja Sêşemî 13ê Kanûna Paşîn, ragihand ku dibe berpirsên Sûriyê, bikerên avêtina termê keçe şervana Kurd ji bilindahiya binayekê li bajarê Helebê, siza bike.

Herwisa wî Sinatorê Payebilind bi tekezî ragihand ku dewleta Sûriyê di cihê binpêkirina mafê bajarwendiaya xelkê xwe, erkdar e ku ewlehiya wan biparêze.

Sinator “Jim Risch” ragihand ku bi ti awayek kiryarên tundûtîj bi dijê xelkê medenî û herwisa şervanan, ji dewleta Sûriyê nayê qebûlkirin û daxwaza birêveçona dadperwerî li vê dosyê de kir.

Herwisa navbirî bi tekezî ragihand ku neçarkirina berpirsên Sûriyê bo bersivdanê, pêngawek hewce bo cihgîrbûna aramî û rêzgirtin ji mafên mirovî li deverê ye.