Nîkolas Madoro, dîktatorê Vênêzolîlayê û hevpeymanê startejîk ê rêjîma Îranê bi belavkirina girtevîdyoyekê li kanala têlêvîzyoniya Vênêzoêlayê de, amadebûna xwe bo danûstandin digel Amerîkayê ragihand lê ti îşareyek bi êrîşên Amerîka bo ser gemiyên madên hişber û teqandina vêzgeha qiraxavî ku ji aliyê “CIA” ve hatibû teqandin, nekir.
Herwisa navbirî li vê peyama xwe de gotiye: “Amerîka li bernameyeke çend heyvî de li pey guherîna hikûmeta wî welatî û destpêregihîştin bi çavkaniyên mezin ên neftê ye, eger Amerîka bixwaze em dikarin bo rawestan li hember ticareta madên hişber danûstandinê bikin û hekî Amerîka neftê jî dixwaze em amade ne ku Amerîka her wekî şirketa nefta “CHEVRON” a Amerîka li Vênêzoêlayê, li her demê û li her cihek û bi her şêwazekê ku bixwaze, sermayeguzariyê bike.
Bi awayek din Nîkolas Madoro bo parastina desthilata xwe amadeyê her cure lihevkirinekê digel Amerîkayê bûye lê ji aliyê din ve Amerîkayê bo girtina Nîkolas Madoro, 50 milyon Dolar xelat diyarî kiriye û dixwaze navbirî bi tawana “Narkoterorîzm”ê dadgehî bike.