Çendîn welatan ên wek “Firanse, Kanada, Ustraliya, Amerîka û Alman” û zaf welatê Ewropayî, huşdarî dane welatiyên xwe ku xwe ji serdana Îranê biparêzin û yên ku niha li Îranê de ne bi lez ji Îranê derkevin. Ev yek li halekê de ye ku pêştir jî Wezareta Derve ya çendîn welatan ên wek Swêd û Danmark, daxwaza derketina lezgîn a xelkê xwe ji Îranê kiribûn.
Herwisa wan welatan ragihandine, bi sedema zêdebûna eger şer li Îranê, xelkê wan bi her awayek bikarin dibe ji Îranê derkevin.
Ji aliyê din ve rêjîma Îranê pêka bingeha siyaseta xwe, bi barimtegirtin wek alavek bo givaşxistin û bandor li ser biryardana welatan û veguherîna terorîstên xwe yên binçavkirî li welatên din, her tim bi kar aniye û bi eşkere vê bi rê ve dibe.