Piştî 3 caran ku Serkomarê Amerîka hoşdarî dabû rêjîma Îranê ku ger xwenîşanderan bikuje dê rastî berteka tund a Amerîka bibe, Donald Trump vê carê rû bi serhildêran û xelkê Îranê got: alîkarî li rê de ye û hûn berdewam bin.
Dolald Trump , Serkomarê Amerîkayê bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “Truth Sosiyal” de rû bi serhildêran li Îranê ragihand ku alîkarî li rê de ye û hûn li serîhildanê berdewam bin û navendên hikûmî û dest bi ser dem û dezgehên rêjîmê de bigrin û bêxin jêr kontrola xwe.
Herwisa Donald Trump daxwaz ji serhildêran kir ku navê wan kesên ku li kuştina xelkê de rol hebûne, tomar bikin û wan navan li cihek ewleh de biparêzin da ku li dema xwe de bi tundî ev cinayetkar û qatilane bêne sizakirin.
Tiramp ragihand ku piştî 48 demjimêrên din dê hemî cîhan bizanê dê çi biqewime, lewra çavê xelkê şorişvane Îranê û hemî cîhanê li benda kiryar û berteka Tiramp be kanê dê çi bike.