“Nigel Farage” serokê Hizba Reformîst a Birîtaniyayê û yek ji kesayetiyên siyasî yên berçav ê birîtaniya, tevî piştevanîkirin ji serhildana xelkê Îranê, tekezî bi ser rola kawilker a rêjîmê li alozîxistin li deverê li dehikên derbasbûyî de kir û ragihand ku Dema herifîna rêjîma Îranê û dawîhatin bi hinardekirina terorîzmê hatiye.
Herwisa “Margot Wallstrom” Wezîra berê ya Swêdê daxwaz ji civaka cîhanî kir ku rabigehînin ku êdî rêjîma Îranê ti rewatiyek nîne û dibe bi lezgînî balyozên xwe ji Îranê vegerînin.
Ji aliyê din ve Komîsariyaya Bilind a Mafên Mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî huşdarî da rêjîma Îranê û ragihand: Kuştina xwenîşanderan li nerizayetiyên hêminane li Îranê de, dibe bê sekinandin û bi terorîst binavkirina neraziyan ji aliyê rêjîmê ve, bi ti awayekê nayê qebûlkirin.
Herwisa Pênî Wang, Wezîra Dereve ya Ustarliyayê tevî piştevanîkirin ji serhildana xelkê li Îranê, deshilata rêjîmê li Îranê bi rêjîmek tepeserker binav kir û got: “Rêjîmek ku bo mana xwe li deshilatê de, xelkê xwe bikuje, ti rewatiyek nîne.