Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji milyardek û nîv Dolar wan rojan ji Îranê hatiye derxistin

10:53 - 15 Kanûna Paşîn 2026

Pêka raporên belavbûyî, li 48 demjimêrên derbasbûyî de zêdetir ji milyardek û nîv Dolar ji Îranê bo Dubêyê hatiye veguhastin û herwisa Mucteba Xamineyî jî zêdetir ji 328 milyon Dolar bo Dubêyê veguhastiye.

Pêka wan raporan ev diraf ne bi rêya tora bankî belku bi rêya dirafê dîcîtal hatiye veguhastin û navê Mucteba Xamineyî jî li lîstê wan kesan de ye ku ev diraf bo Dubêyê veguhastine.

Li vê derheqê de “Skat Bêsênt” Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê ragihand ku deshilatdarên rêjîma Îranê wek mişkên li rewşa revîn ji gemiyê û xendiqîn li nav avê de ne, û ew mijûlê derxistina bi milyonan Dolar ji Îranê ne û Amerîka dê wan dirafan peyda bike û dest bi ser de bigre.