Pêka raporên belavbûyî, esmanê Îranê ji firîna balafiran betal bûye û hejmareke gelek kêm li balafiran ji esmanê Îranê re derbas bûne û hevdem nûçegihaniya “El-Cibal” a Îraqê daye zanîn ku li demjimêrên destpêkiya şeva 14ê Kanûna duyem, dengê balafirên şer li esmanê Besrê û li çend kîlomertira sînorê Îranê hatine bihîstin.
Pêka rapora “Reuters”ê dehan gemiyên ticarî bi sedema zêdebûna egera şerê Amerîka digel rêjîma Îranê li avên dûr ji wêzgehên qiraxaviyên Îranê de lenger avêtine û sekinîne.
Pêka girtevîêdyoyekê ku ji nû de belav bûye, çendîn milêsên ser bi rêjîmê ku çekên cura kilaşînkof hebûne, li dema revîn ji Îranê li sînorê Mêhranê de gotine ku şukur bi saxî ji Îranê zivirîne ku dide xuya, bi sedema şikest li hember berxwedana xelkê revî ye.