Pêka dawî raporên belavbûyî, li çendîn bajarên din ên Îranê de xelk hatiye ser şeqaman û roj bi roj ev xwenîşandan berfirehtir dibin û xelk li benda seranserî bûna wan xwenîşandanan de ye ku bi yekcarî bêne ser şeqaman û tevî hemû cudatiyan xelk bi hev re û yekdeng durûşma “bimre sitemkar çi şah be çi rehber” bidin.
Li hinek bajarên Rojhilatê Kurdistanê de jî xelk hatiye ser şeqman û berwajiyê bajarên wek Têhranê, hêzên tepeserker û ewlehiyên rêjîmê di çihê batûman çeka şer bi kar tîne û hejmareke zêde ji xelkê binçav kirine û rapor didin xuya ku zêdetirîn binçavkirin, tuntirîn tepeserkirin û reftarên hovane li Rojhilatê Kurdistanê de bûye ku pêka bajarên din rêjeyek zêde ye.
Şeva derbasbûyî li bjarê Tewrêzê de jî xwenîşandanek dest pêkiribû û hejmarek ji xelkê hatibûne ser şeqaman herwisa li bajarê Zahidanê, agir berdane maşîneke hêzên spaha pasdaran a terorîst.
Li bajarê Dizfûlê amadekarî bo xwenîşandanê hatine kirin, li bajarê Îsfehanê hêzên rêjîmê li hember xwenîşanderan revîne.
Li bajarên “Yezd, Elîgoderz, Kirman, bajarê Mehellat, Burazcan, Burûcêrd, taxên Têhranpars û Namer li Têhranê, Şîraz, Hemedan, Qum, Asmanawa û Serawile li parêzgeha Îlamê, Meşhed, Naziabad a Têhranê, Kuhdeşta Luristanê, Îlam, Esedabad a Hemedanê, taxên Goherdeşt û Ferdîs ên Kerec”ê de xwenîşandan dest pê kirine û li hinek ji wan bajaran de xwenîşandan gelek berfireh bûne.
Herwisa li bajarên lîkek û Yasûc li parêzgeha Gohgîlûye û Boyêr Ehmedê, Îsferayin li bakûrê parêzgeha Xurasanê, Erak, Kirmaşan, Xuremabad, Melayir û Hersîn”ê de xwenîşandan bi şêwazên cuda hatine kirin.