Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ev 7 roj e ku rêjîma Îranê înternêt bi ser xelkê de qut kirî ye

10:01 - 17 Kanûna Paşîn 2026

Navenda NetBlocks li dawî rapora xwe de tevî îşarekirin bi qutbûna întentetê li Îranê ku ji 7 rojan zêdetire derbas bûye, ragihandiye “Piştî tepeserkirina bêrehmane, bêdengî kûrtir dibe”.

Pêka rapora NetBlocks qutbûna înternetê bûye sedem ku hisabên bikarhênerî yên alîgirê rêjîma Îranê û naverokên sexte yên destçêkiriî bi rêya hişê destkird, zêdetir belav bibe.

Rêjîma Îranê bi qutkirina tevav a înternet û hêlên pêwendîgirtinê li Îranê ji 8ê Kanûna Paşîn ve hewl daye ku bûyeran pêka daxwaziyên xwe belav bike û rastiyên li serkutkirina hovane ya bêmînak a xwenîşanderan, perdepoş bike.