Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yêk bi dû yêkê, welatên zêtetir balyozxanên xwe li Îranê de dadixin

10:12 - 17 Kanûna Paşîn 2026

Li berdwamiya berteknîşandanên welatên cîhanê li hember cinayetên şer û komkujkirina neraziyan li Îranê ji aliyê hêzên tepeserker û ewlehî yên rêjîmê û nebûna ewlehiyê li bajaran bi sedema kuştinên xosearneya xelkê li ser şeqaman, dewleta New Zîlendê jî ragihand ku bi sedema alozbûna rewşa ewlehî li Îranê, bi awayê demkî balyozxaneya xwe li bajarê Têhranê daxistiye.

Pêka gotina Berdevkê Wezareta Derve ya New Zîlendê, tevaviya dîplomatên wî welatî bi balafirên ticarî ji Îranê derkevtine û karûbarên siyasî û konsûliyên vê balyozxanê bi awayê demkî ji aliyê balyozxaneya New Zîlend li Enqere, paytexta Tirkiyê dê bêne kirin.

Wezareta Derve ya New Zîlendê rahihandiye ku derketin ji Îranê gelek sînordar e û dxwaz ji xelkê welatê xwe kir ku ji serdana bo Îranê xwe biparêzin û yên li Îranê de jî bi lezgînî bi her rêyek ku bikarin ji Îranê derkevin.