Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milîsên ser bi rêjîma Îranê li kuştin û tepeserkirina xwenîşanderan de rol hebûne

10:28 - 17 Kanûna Paşîn 2026

Rêjîma Îranê bo tepeserkirin û kuştina xwenîşanderan, milîsên xwe ku li listê taqimên terorîstî de ne, bi kar anîne û pêka raporên fermî yên belavbûyî milîsên Noceba a ser bi Heşda Şeibî û milîsên Fatimiyûn û Zeynebiyûn bi rêjeyke çendîn hezar kesî li kuştin, birîndarkirin û tepeserkirina xwenîşanderan de ji aliyê rêjîmê ve hatine bikaranîn.

Li şoreşa Jînayê de jî çendîn rapor li derheq beşdarîkirina milîsên ser bi rêjîma Îranê li kuştin û tepeserkirina xwenîşanderan de hatibûne belavkirin.

Pêka rapora “VOA”, Dengê Amerîka, 40 maşînên taqima “El-Noceba” li sînorê Xusrewî hatine nav Îranê û beşek ji milîsan ji sînorên parêzgeha Xûzistanê ve hatine û hêzên Fatimiyûn û Zêynebiyûn ku zêdetir ji Şîeyên Pakistan û Efxanistanê pêk hatine, li tepeserkirina xelkê de rol hebûne.

Pêka rapora Mîdya Layn her li yekemîn carê de 3 hezar milîs bi 50 otûbûsan hatine Îranê û pêka rapora CNN jî zêdetir ji 5 hezar milîsên ser bi rêjîma Îranê li sînorê Çezabê ve hatine Îranê.