Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bo man li deshilatê xelkê dikuje

10:32 - 17 Kanûna Paşîn 2026

Mike Pompeo, Wezîrê berê yê Derve yê Amerîkayê ragihand ku rêjîma Îranê bi rojên xwe yên dawiyê nêzîk dibe û her bi xwe jî hay ji vê rastiyê heye û kite rêya ku axundên Îranê jêve ne dikare deshilata wan biparêze, kuştina xelkê Îranê ye.

Mike Pompeo li rojên pêştir jî ragihandibû ku hekî Donald Trump sozên xwe li derheq alîkarîdan bi serhildêrên Îranê bi cih bîne, rêjîma Îranê dê biherife.

Axaftinên Mike Pompeo li halekê de ye ku rêjîma Îranê bo man li deshilatê, xelkê xwe bi çekên şer ên sivik û giran kumkuj dike û ji hevpeymanên xwe yên terorîst wek milîsan jî bo kuştina xelkê bi kar tîne û Donald Trump jî soza xwe heta demek nexuya ragirtiye.