Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenbda Diyalog bo Hevkarî: Komara îslamî cinayetan li dijî mirovahiyê dike

11:35 - 17 Kanûna Paşîn 2026

(Nameya servekirî a Hizbên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê rû bi welatan, damezraveyên navnetewî û rêxistinên mafên mirovî li derheq kuştina xelkê Îranê, ji aliyê rêjîmê ve)

Rêzdar Şêwreya Mafên mirovî ya Netewên yekgirtî!

Welat û damezraweyên pêşketinxwaz ên civaka navnetewî!

Rêkxiravên navnetewî yên parêzerên mafên mirovî!

Komra îslamiya Îranê zêdetir ji 3 heftiyan e ku bêrehmane berbûye canê xelkê serhildêr û mafxwazên bêzarbûyî ji nebûna azadiya siyasî, hejarî, birsîtî û gendeliya hikûmî. Ev rêjîma dîktator bo perdepoşkirina cinayet û komkujiyên xwe û jinavbirina belge û şûnwarên tawankariyên xwe, hêlên înternetê qut kirine û hemû deriyên pêwendîgirtinê rû bi derve li ser xelkê daxistine. Dezgeha tepeserkar a rêjîmê li wan nerizayetiyan de cinayetên li dijî mirovahiyê kirine, hezaran kes kuştine ku dehan kes ji wan jin û kesên temnen jêr 18 salî ne, çavên hezaran kesî kor kirine, dehan hezar kes girtine û hezaran kes jî birîndarin û ji tirsê binçavkirinê nevêrin bo çareseriya birînên xwe biçne nexweşxaneyan. Rêjîma Îranê bi cihgîrkirina rewşa milîtarî bi ser Îranê de xelkê fetisandiye, rêgirî ji derketina rastiyan kiriye û heta Ii Kurdistanê de ji tirsê berfirehbûna xwenîşandanan nek her rê bi malbatên kuştiyan nade ku zarokên xwe yên jidestdayî li warê wan de bi axê bispêrin, belku bo radestkirina termên wan heta milyardek Tûmen jî ji wan standine.

Ev rêjîma dîktator ku li heyama 5 dehikên derbasbûyî de her demê bi dîtingeha ewlehî û milîtarî ve Kurdistan bi rê ve biriye û pêştir jî li destpêka tevgera “Jinayê-Jin Jiyan Azadî”yê de tawankariyên gelek mezin bi dijî mirovahiyê kiribûn û bi çekên nîvegiran û li nav bajaran de canê sedan xwenîşanderî ji wan standibûꓼ Vê carê jî ji encamdana tawanan, xwe neparast. Xwenîşandanên li deverên Îlam, Kirmaşan û Luristanê bi xwînê verdan û dehan kes kuştin. Lê kuştin û girtin û sepandina rewşa tepeserkariyê nekarî paşekêşiyê bi xebat û berxwedana xelkê Kurdistanê bide kirin. Her li heftiya derbasbûyî, tevahiya Rojhilatê Kurdistanê li bersiva banghêjiya 7 Hizbên siyasiyên xwe de bi mangirtina giştî, careke din dengê serîneçemandin û mafxwaziya xwe bilind kirine.

Niha bi balkêşandina bi ser rewşa navxweyê Îran û Kurdistanê wek metirsiya komkujkirina xelkê nerazî, guhnedana rêjîma Îranê bi ti yasa û pirensîpek cîhanî, karlêkernebûn a heta niha ya hewlên dîplomatîk ên welatan li vî heyamî de, berpirsayetiya berteknîşandan û bersivdan û bi hawarhatina xelkê Îranê li her demekê zêdetir li ser milê ve giraniyê dike. Eşkere ye ku komara îslamî wek hikûmetek neberpirsyar, bi encamdana cinayet û kuştina xelkê şoreşvan û azadîxwaz milê xwe hildaye, lewma civaka cîhanî dikare yekgirtî û yekdeng be û bi sekinandina rêjîmê, rêz ji îradeya xelkê Îranê û netewên din ên wî welatî bo guherîna rêjîmê bigre û alîkarê wan be jî.

Em Hizbên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikin ku cîhan dengê xelkê serhildayî yê Îranê bibhîze, welat û civaka cîhanî û rêkxiravên mafên mirovî, berpirsayetiyê li stuyê xwe bigrin û bi hemû şiyana xwe û bi her şêwazekê bikarin, vê rêjîma mirovkuj, bisekinînin. Mafê diyarîkirina çarenivîsa netewên Îranê li destê wan bi xwe de ye û civatên xelkê bi giştî û netewên bindest bi xebata çendîn dehikên derbasbûya xwe bi dijî deshilata Îranê dane xuya ku hêjayê azadî û jiyanek mirovî ne û bo vê jî bi berdewamî qurbaniyê didin. Hûn bi alîkarîdan bi xelkê Îranê û piştevaîkirin li wan, li vê xebatê de beşek ji berpirsayetiya xwe ya dîrokî bi cih tînin.

- Partiya Azadî ya Kurdistanê

- Pariya Jiyana Azad a Kurdistanê

- Sazimana Xebat a Kurdistana Îranê

- Komele, Rêkxirava Kurdistanî ya Hizba Komonîst a Îranê

- Komeleya Zehmetkêşanê Kurdistanê

- Komeleya Şêreşgêr a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê

- Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

16ê Kanûna duyem 2026 a zayînî