Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeqamên Îranê bi tevavî hatine milîtarîzekirin

10:46 - 18 Kanûna Paşîn 2026

Saziya Lêbihorîna Navnetewî ragihand ku ji 8ê Kanûna Paşîn ve, şeqamên Îranê, bi tevavî hatine milîtarîzekirin û hêzên çekdar bi awayekî berfireh li şeqaman de hatine cihgîrkirin û xalên velolînan ên çekdarane û hêzên gerokên li pey hev li şeqaman de têne dîtin ku bi armanca tirsandina xelkê û tepeserkirina serhildanê hatine kirin.

Pêka vê daxuyaniyê, hêzên çekdar ên rêjîmê çekên nîve giran li şeqaman de cihgîr bûne û fermanan didne xelkê ku ji malên xwe dernekevin û li demjimêrên şevê jî hêzên çekdar ên rêjîmê li ser şeqaman in û hatinûçona xelkê li çendîn demjêmaran qedexe kirine.

Pêka vê raporê her kesek li demên qedexekirî de li ser şeqman be an li şeqaman de kom bibin rastî tundîtîjiyê û heta gulleraşandinan jî tên.

Vê saziyê daxwaz ji rêjîma Îranê kiriye ku înternetê careke din serast bike û rewşa hewce bo xwenîşandanên aştîxwazane, bê gefxwarin û tundîtîjiyê dabîn bike.