Hêzên tepeserker ên întizamî û hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ku li bajarên wek Têhranê de li hember xelkê gaza bîber û batûnan bi kar tînin, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de li hember xwenîşanderan çekên şer bi kar tînin û teqê li xelkê dikin.
Pêka dawî raporên belavbûyî, li bajarên parêzgehên wek “Luristan, Îlam û Kirmaşan”ê de hêzên tepeserker û hov ên rêjîmê li hember xwenîşanderan de çekên şer bi kar anîne û xelkê jî li hember de xwenîşandanên xwe tuntir û dijwartir kirine û bersiva wan hêzên rêjîmê didin.
Tevî ku hêj li bajarên mezin ên Îranê de xwenîşandan giştgîr nebûye lê hinek ji wan bajarên Kurdistanê de hêzên zêdetir ên rêjîmê hatine cihgîrkirin ku tundir û hovanetir ji berê xelkê bikin armanc.
Herwisa pêleke tund a binçavkirina li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de dest pê kiriye û pêka raporên belavbûyî, ji 132 binçavkirinên tomarkirî li Îranê yên wan xwenîşandanan, 103 halet anku “ 64 halet li parêzgehên Îlam û Kirmaşanê û 39 halet li parêzgeha Luristanê” de bûne û herwisa li çendîn parêzgehên din de jî welatiyên Kurd hatine binçavkirin ku li vê amarê de nînin.
Pêka vê raporê li heyama 6 rojên destpêka xwenîşandanan de zêdetir ji “12 jin, 8 zarok, 7 xwendekar û 5 mamostayên xwendingehan” ji aliyê rêjîmê ve li seranserê Îranê de hatine binçavkirin.