Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump ji hember axaftinên Elî Xamineyî û berpirsên rêjîmê hate cihab

10:47 - 18 Kanûna Paşîn 2026

Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê li berteka axaftinên Elî Xamineyî, rêberê rêjîma Îranê de ragihand ku dema vê hatiye em bikevne fikra rêberek nû bo Îranê. tawanek ku Elî Xamineyî wek rêberê welatekî kiriye, kawilkirina tevav a welat û bikaranîna tundîtîjî li astekêl de kiriye ku heta niha nehatiye dîtin.

Herwisa Donald Trump ragihand ku bi sedema rêberatiya şikestxweariya Elî Xamineyî, Îran bo jiyanê bûye xirabtirîn cih.

Serkomarê Amerîkayê, Elî xamineyê bi kesek nexweş binav kir ku dibiya welatê xwe bi serastî bi rê ve bibira, ne ku bo ragirtina kontrolê hezaran kesî bikuje.

Berpirsên rêjîma Îranê axaftinên Donald Trump bo ragirtina kuştina xelkê red kirin û ragihandin ku bi lezgînî dê xwenîşanderan ku wan bi terorîstên çekadr binav dikin, bi lezgînî dadgehî bikin û siza bikin.