Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera vê heye rîjîma Îranê li hember serhildêran de madên kîmiyayî bi kar anî be

10:55 - 18 Kanûna Paşîn 2026

“Bîl Ramêl” cihgirê berê yê Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê ragihand ku pêka hinek nîşaneyan, rêjîma Îranê li hember neraziyan de madên kîmiyayî an jehrî bi kar anîne.

Navbirî tevî huşdarîdan li vê derheqê de ragihand ku rapor li ber dest hene ku beşek ji birîndaran piştî çend rojan canê xwe ji dest dane.

Axaftinên navbirî li halekê de ye ku hêzên kîmiyayî yên rêjîmê yên bi navê “şê.mîm.rê” ku kurtkiriya kîmiyayî, mikrobî û radyoektîv e, bi kincên xwe yên taybet li çendîn xwenîşandanên Îranê li dema tepeserkirina serhildêran de li ser şeqaman bûne.

Bîl Ramêl bi tundî huşdarî da ku hekî ev kiryara rêjîmê îranê bê piştrastkirin, ev dikare mînaka rohn a cinayet li dijî mirovahiyê bê hisêb ku dê bo rêjîma Îranê paşhatên gelek giran hebin.