Mike Pence Cihgirê berê yê Serkomarê Amerîkayê li hevpeyvîn digel kanala CNN de tevî rexnegirtina gelek tund ji rêjîma Îranê, ev rêjîm bi mezintirîn piştevanê hikûmî yê terorîzm li cîhanê” binav kir.
Navbirî ragihand ku li 5 dehikên deshilatariya axundan de ne tenê xelkê xwe tepeser kiriye û zor bi kar aniye, belku bi belavkirina terorîzm li seranserê deverê, xelkê Amerîkayê li Rojhilata Navîn û cihên din ên cîhanê de kuştine.
Mike Pence ev yeka jî ragihand ku gefxwarina Donald Trump li rêjîma Îranê, gefxwarinbek gelek girîng bû û hekî axundên rêjîmê kiryarên xwe yên hovane bi dijî xelkê xwe bidimînin, hemû bijarde li ber dest in. ev gefxwarin dikare canê mirovan rizgar bike û li encamê de rêxweşkerê guherîn li Îranê de be, guherîneki ku ne bi tenê li Rojhilata Navîn belkû dê cîhanê biguherîne.