Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîkolas Madoro ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hate girtin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin

17:56 - 3 Kanûna Paşîn 2026

Deonald Trump bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “Truth Social” de daye zanîn ku Amerîkayê li êrîşeke berfireh li dijî Nîkolas Madoro û rêjîma wî, ev digel hevjînîna wî binçav kirine û bo derveyî Vênêzoêlayê veguhastine.

Herwisa Donald Trump ragihandiye ku hûrdekariyên vê operasiyonê dê piştre bêne belavkirin.

Serkomarê Amerîkayê daye zanîn ku li demjimêr 11ê sibêdehê dê konferanseke rojnamevanî li Maralagoyê de bi rê ve here.

Li vê derheqê de “Dêlsî Rodrîgêz”, Cihgira serkomarê Vênêzoêlayê girtina Madoro piştrast kir û da zanîn ku ti zanyariyek li cihê ragirtina “Nîkolas Madoro û Sîliya Florês a hevjîna Madoro”, nînin.

Wezîrê Berevaniya Vênêzoêlayî jî ragihand ku zindî ye û bi ti awayek digel Amerîkayê danûstandinê nakin û teslîm nabin û dê serbikevin.

Axaftinên wî berpirsê rêjîma Madorî li halekê de ye ku ji sibêdehê ve balafirên şerker û hêlîkopterên Artêşa Amerîkayê bê ti rêgirî û bervaniyeke artêşa Vênêzoêlayê li esmanê bajarên Vênêzoêlayê de geriyan û 7 cih kirine armanc û Madorû hevjîna wî jî binçav kirine û digel xwe birîne