Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka hêza xwe li jêr fermana CENTCOMê zêde dike

16:53 - 19 Kanûna Paşîn 2026

Pêka raporên fermî, gemiya balafirhilgira “USS Abraham Lincoln” dê li çend rojên bê de li navbera 23 heta 25ê Kanûna Paşîn, bigehe devera jêr fermanan CENTCOMê û hêza Amerîka li vê deverê zêdetir dibe.

Gemiya “USS Abraham Lincoln” ku gemiyeke êrîşkar a hilgirê balafirên şerker e digel çendîn gemiyên din ên şer ji geviya “Malaka” li navbera Malêzî, Taylend û dorgeya Somatra ya Endonîêziyê re derbas bûye û rû bi avên Rojhilata Navîn ve tên.

Lêkoleran dane zanîn ku hatina hêz û erenca serbaziya nû ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn li jêr fermanna “CENTCOM”ê wek amadekarî bo birêvebirina operasiyoneke gelek mezin li dijî rêjîma Îranê ye.