Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên gelê Kurd li welatên derve li dijî sitema li Kurdistanê berdewam in

17:30 - 19 Kanûna Paşîn 2026

Roja Şemî 17ê Kanûna Paşîn, kurdên 4 aliyên Kurdistanê bi beşdariya hejmareke berçav ji xelkê Norwêjê li bajarê Roglandayê de bo piştevanîkirin li Kurdên li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bi rê ve ço.

Herwisa li vê rojê de li bajarê Brûkselê de li welatê Biljîkê, xwenîşandenek bi armanca şeremzarkirina cinayetên rêjîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li ber deriyê Parlema  Bêljîkê ji aliyê Komîteya Hizba Dêmokrat li Biljîkê bi beşdariya aliyên Îranî û biljîkî bi rê ve ço.

Li 28ê Kanûna Paşîn de jî li bajarê Adêlayd a Ustraliyayê de xwenîşandanek ji aliyê Komeleya Kurd a bajarê Adêlayd bi armanca piştevanîkirin li netewa Kurd li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê li ber deriyê Parlemana Ustraliyayê bi rê ve ço.

Li vê rojê de li bajarê Rotêrdamê li welatê Holendê de jî Hizbên Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandanek bo şermezarkirina cinayetên rêjîmê û tundûtîjiyên rêjîmê li hember xelkê Îranê bi teybet gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve birin.