Kurd ne bêxwedî ne
Belê, hêza herî mezin yekrêzîya nav mala kurd e.
Yekrêzîya nav mala kurd, destpêka serkeftinê ye.
Yekrêzîya nav mala kurd, dê di qada navneteweyî de destê kurdan xurtir bike, dê dostên me zêdetir, dijmenên me kemtir bike.
Di roja 26ê Nîsana 2025ê de bi beşdarîya partîyên kurdan Konferansa Qamişloyê hate li dar xistin. Konferansê çerçoweyeke sîyasî ya milî, demokratik bi yekdengî qebûl kir û bi biryareke hevbeş, Heyeta Temsîlî ya Rojavayê Kurdistanê hilbijart.
Em bang li hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê dikin da ku li ser bingeha çarçoveya siyasî ya ku di Konferansa Qamişloyê de hatiye diyarkirin, biryarên Konferansa Qamişloyê bicîh bînin. Ji bo Heyeta Temsîlî ya ku di Konferansa Qamişloyê de hatiye hilbijartin, li gel Rêzdar Mazlûm Ebdî wek nûnerê gelê Rojavayê Kurdistanê yê xwedî desthilat, di warên leşkerî, sîyasî, îdarî, aborî, dîplomasî de bibe muxatabê Rêveberiya Şamê û hemû dewletên cîhanê, em bangî partîyên Rojavayê Kurdistanê dikin ku demildest helwesteke yekgirtî bicîh bînin.
Dewleta Tirkîyeyê biryar û îradeya Konferansa Qamişloyê qebûl nake û ji bo ku vê yekrêzîyê têk bide di nav hewl, plan û lîstikên pir alî de ye. Ev hewl û sîyaseta dewleta Tirkîyeyê nayê qebûl kirin. Dewleta Tirkîyeyê divê rêzê li îradeya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bigre.
Herweha Ocalan, PKK û hemû partî, kesayet û sîyasetmedarên ji derveyî Rojavayê Kurdistanê jî divê bê qeyd û şerd, rêzê li biryar û îradeya Konferansa Qamişloyê bigrin, midaxaleyî vê îradeyê nekin.
Divê em kurdên her çarperçeyên Kurdistanê û hemû kurdên cîhanê rêzê li iradeye Konferansa Qamişloyê bigrin. Lêxwedîderketin û piştgirîya doza gelê me yê Rojavayê Kurdistanê îro wazîfeyeke sereke ya neteweyî ya hemû kurdên cîhanê ye.
Îro Kordînasyona di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de ji her deme zêdetir pêwîstîyeke zerûrî û esasî ye. Em hêvî dikin ku civîna di roja 17.01.2026ê, bi serokatîyê Rêzdar Serok Mesûd Barzanî li Serê Bilind li dar ket, di vê derbarê de bibe gava yekem, bibe destpêkek.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)