Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Swêdê semînarek bi hilkefta 80 saliya avakirina Komara Kurdistanê bi rê ve ço

11:11 - 20 Kanûna Paşîn 2026

Roja Şemî 17ê Kanûna Paşîn, bi hilkefta 80 mîn salvegara avakirina Komara Kurdistanê û pîrozkirina 2ê Rêbendanê, semînarek bi şan li bajarê Stockholmê ji aliyê Komîteya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hevkariya Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê, Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê û Encumena Girtiyên Siyasî ya Kurdistana Îranê hatibû rêkxistin.

Destpêka semînarê de pêşkêşkarê semînarê “Azad Baneyî”, xêrhatin li mîvanan kir û piştre sirûda netewiya “Ey Reqîb” hate pêkêşkirin û bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdên Kurdistanê bi taybet ên serhildana vê dawiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, bîstek bêdengê hate ragirtin.

Li beşeke din de belgefîlmek ji dîroka gelê Kurd, tevgerên azadîxwaz û çawatiya avakirina Komara Kurdistanê bi zimanê Swêdî hate belavkirin. Piştre xatûn “Mandana Kakeyî, pêşkêşkara 2ê ya semînarê, kurtiyek ji dîroka Komara Kurdistanê bi zimanê Swêdî pêşkêş kir, piştre hunermend “Narîn Feqê” û bavê vê, 2 starnên şoreşvanî pêşkêş kirin.

Li beşek din a semînarê de rêzdar “Xalid Ezîzî”, Berdevkê Hizba Dêmokrat gotarek pêşkêş kir û rohnkirin li ser dîroka avakirina Komara Kurdistanê û rol û pêgeha “Pêşewa Qazî Mihemed” li vê guherîna dîrokî de da, û tekezî bi ser rewatiya vê rêbazê kir ku ji aliyê “Pêşewa” ve hate avakirin û heta niha jî wek baştirîn rêçare bo daxwaziyên gelê me dimîne.

Herwisa  rêzdar Xalid Ezîzî, bihûrî bas ji siyaset û helwîstên Hizba Dêmokrat li nav hêzên Kurdistanî û Îranî de kir.

Li vê simînarê de çendî peyam û babetên cuda û helbest û sitran hatne pêşkêşkirin.

Herwisa Hunermend “Zahid Husênî” tabloyek li derheq yekgirtina her 4 aliyên Kurdistanê tabloyek nexişand ku biryar e piştre li muzayîdeyekê de bê firotin û dahata vê bo malbatên şehîd û birîndarên serhildana vê dawiyê bê parvekirin.

Li dawiyê de rêzdar Xalid Ezîzî, destiyek gul bo rêzgirtin û emegnasiyê pêşkêşî hunermend Nasir Rezazî kir û sirûda “Aferîn Qazî Mihemed”, bi yek ji şakarên wî binav kir.