Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Bêljîkê semînarek bi hilkefta 80 saliya avakirina Komra Kurdistanê bi rê ve ço

11:12 - 20 Kanûna Paşîn 2026

Roja Yekşemî 18ê Kanûna Paşîn, Navenda Rewenda Kurdistanê li bajarê Brûkselê, semînarek taybet bi hilkefta 80 saliya avakirina Komara Kurdistanê li bajarê Brûkselê de bo rêzdaran “Dara Natiq, çalakvanê siyasî û Perwer Amed, nivîskar û rewşenbîr” bi beşdariya dehan kesayetiyên siyasî û akademîk bi rê ve bir.

Semînar bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji riha Şehîdên Doza Rizgariya Kurd û Kurdistanê, dest pêkir.

Li beşa yekem a Semînarê de rêzdar “Dara Natiq” bas ji dîroka kurt a Komara Kurdistanê kir û got: “Tevî ku Komara Kurdistanê heyamê 330 rojan berdewam bû, lê dîrokek bi şan li dîroka serdem a tevgera rizgarîxwaziya niştimanî ya netewa Kurd de tomar kiriye.

Herwisa navbirî got: Komara Kurdistanê pêşketinxwaz bû û hemû hewlên vê ev bû ku Kurdistan ji karwanê pêşkevtinê paşve nemîne û li reftar digel xelkê xwe û heta dujminên xwe, xwdiyê seha lêbihorînê bû.

Piştre “Perwr Amed, rewşenbîr û nivîskarê Kurd ku pirtûkek taybet bi jiyan û biserhata “Dr. Sadiq Şrefkendî” bi zimanê Tirkî nivîsandiye, li vê semînarê de bi hûrî bas ji jiyana “Dr. Şerefkendî” ji temenê zarokatî heta rol û pêgeha siyasiya navbirî li nav tevgera rizgarîxwaziya netewa Kurd û Hizba Dêmokrat de kir û ev wek rêberek modern û şoreşgêr li Hizba Dêmokrat bi atybet li serdema Sekreteriya vî, binav kir.