Berdevkê şirketa rêvîngiya esmanî ya Loft Hanza ya Alman, ragihandiye çon û hatina balafirên xwe yên rêvîngî li Îranê heta 70 rojan ragirtin e û herwisa şirketa rêvîngiya esmanî ya Otrîşê jî ku beşek ji şirketa Loft Hanza ye, heta 27ê Rêbendanê çon û hatin bo Îranê ragirtin e.
Herwisa vê şirketa rêvîngî daye zanîn ku esmanê Îranê jî bo çon û hatinên esmanî bi kar nayîne û korîdoreke esmanî ya Îraqê bi kar tînin.
Li vê derheqê de Ajansa Ewlehiya Esmanî ya Yekîtiya Ewropayê jî piştî zêdebûna egera şer û gefên Amerîkayê bi ser rêjîma Îranê, bi şirketên rêvîngiyên esmanî yên Ewropayê pêşniyar kir ku xwe ji derbasbûn li esmanê Îranê biparêzin.