Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump dizane ku rêjîma Îranê, hêlên sor derbas kirine

11:17 - 20 Kanûna Paşîn 2026

Rîçard Goldbêrg, şirovekar û şêwirkarê payebilind ê damezraveya Berevanî li Dêmokrasiyê ragihand: “Donald Trump ê Serkomar dizane ku rêjîma Îranê ji hêla sor derbas bûye, lewma dê li hember de bisekine û helwîsta Donald Trump li hember rêjîma Îranê bandora rasterast li ser rewşa navxwyê Îranê hebûye.

Wî berpirsê berê yê kabîneya Donald Trump ragihand: “Bi hizra min, Donald Trump dizane ku biryara serast çiye û vê bas dike. Her ev helwîstgirtina wî bûye sedem ku bi milyonan xelkê Îranê dilgerm bin û morela wan bilind bibe.

Hekî Donald Trump soza xwe cî bi cî bike, alîkarî û moralek mezin bo serhildêrên ser şeqam e û herifandina rêjîmê hêsantir û lezgîntir dike.