Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Xamineyî bilindbûna nirxan û qeryranên li Îranê xiste stuyê dujmin

17:58 - 3 Kanûna Paşîn 2026

Elî Xamineyî rêberê rêjîma îslamiya Îranê li axaftinên xwe de careke din sedema hemû pirsgirêkên li Îranê bi dujmin ve girê da û got ku bilindbûna nirxan û qeyranên li Îranê, karê dujmin e.

Rêjîma Îranê ku man û deshilta xwe bi hebûna aliyek a bi navê dujmin ve dibîne û hemû qeyran û pirsgirêkên li Îranê dêxe stuyê wî diujminî, li vê dawiyê de bi qasek kevtiye jêr givaşan ku Elî Xamineyî, li axaftinên cihê pêkenînê de îda dike, bilindbûna nirxan, enflasiyona jiastderketî û guherinên nirxa Dolar, bi cihê îtirafkirin bi gendeliya sîstematîk û bikêrnahtin û xirabiya birêveberî ya rêjîmê ku bûye sedema wan pirsgirêkan, careke din ev xistine stuyê dujmin.

Îdiayên cihê pêkenîn ên Elî Xamineyî li halekê de ye ku li ser şeqamên Îranê, serî hildanek dest pê kiriye û roj bi roj berfirehtir dibe lê heta niha jî rêjîm amade nîne îtiraf bi berpirsarbûna xwe li vê rewşê bike û vê yekê jî dêxe stuyê dujmin.