Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsiyona Navnetewî ya Mafnasan tepeserkirina nerizayetiyên bi xwîn li Îranê şermezar kir

11:29 - 21 Kanûna Paşîn 2026

Komîsiyona Navnetewî ya Mafnasan “ICJ” bi belavkirina daxuyaniyekê, bikaranîna jiastederketî û bikuj a zorê ji aliyê berpirsên rêjîmê bo tepeserkirina nerizayetiyên vê dawiyê, bi tundî şemerzar kir û ev bi binpêkirina mafê jiyan, mafê lidarxistina kombûnên aşitîxwazane û mafê azadiya gotinê binav kir.

Vê navenda mafê  mirovî tevî îşarekirin bi qutbûna Înternetê li 8ê Kanûna Paşîn û axaftinên berpirsên dadweriya rêjêmê li derheq lezgînkirin a pêvajoya dadgehîkirin û egera sepandina sizaya bidarvekirinê, daxwaza berteknîşandana lezgîn kir.

Herwisa Komîsiyona Navnetewî ya Mafnasan, daxwaz ji dewletan û navendên navneyewî kiriye ku tepeserkirina tundûtîjaneya nerazitiyan li Îranê bi tekezî şermezar bikin û karê hewce bo piştevanîkirin li mafên mirovî û azadiya medenî ya xelkê Îranê bi rê ve bibin.