Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 510 a Agirî de, ev mijar hene:
“Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê: Em amadey her guhertinekê li Îranê de ne” Manşêta hejmara 510 an a Agirî ye.
Rûpela 2 - Gotara Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 2 yê Rêbendanê, li jêr navê “Komara Kurdistanê bi wan remzên netewî tê naskirin ku beşek ji nasname û hêmayên herî berçav ên xebata Kurd li hemû Kurdistanê ne”.
Rûpela 3 a vê hejmara Agirî de, 2 peyamên Rêzdar Mistefa Hicrî Sikirtêrê Giştî yê PDKÎ hatine weşandin ku a yêkim Peyameke rû li wan kurdên ku xizmetkarê dujmin in û xizmeta dagîrker dikin, û peyama din a Rêzdar Hicrî, peyama hevxemiyê digel malbatên şehîdên Melekşayî yê ye bi vê serdêrê: Kuştina zarokên Kurdan û êrîşa li ser nexweşxaneyan, kiryarek hovane ye, li dijî adet û yasayên mirovahiyê û tê şermezarkirin
Rûpela 4 ê de - Nameya Serwekirî a Navenda Diyalog bo Hevkarî, li jêr navê “Navenbda Diyalog bo Hevkarî: Komara îslamî cinayetan li dijî mirovahiyê dike” hatiye weşandin.
Rûpelêm 5 ê de 2 peyamên hatine belavkirin li jêr navê: Peyama Berdewamiya yekgirtîbûn û xweragirî û pêzanîna Navenda Diyalog bo Hevkarî li derheq serkevtina mangirtina 18ê Befranbarê. Û banghêjiya Navenda Diyalog bo Hevkarî bo mangirtina giştî li Kurdistanê li jêr navê: Kurdistan li hember tawanên rêjîmê de bêdeng nabe.
Rûpela 6 – Gotara – Serhildana Şoreşgerî a Kurdan li Îlam, Melekşayî û Kirmaşanê
Nûjenbûna gotara Neteweyî û Azadîxwazî ya Komara Kurdistanê, ji nivîsa Serbest Urmiye.
Rûpela 7 ê de gotara - Kurdistan pîvana me ye: Yekîtîya Kurdan serkeftin li dijî kolonyalîzmê misoger dike, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 a hejmara 510 a Agirî ku taybet bi hevpeyvîna Agirî ye, di vê hejmarê de Sîmîn Rûhanîzade hevpeywînek digel birêz “Mihemedsalih Qadirî” Berpirsê Navenda Hilbijartin a PDKÎ encam daye, mijara vê hevpeyvînê jî basê yêkrêzî û hevkarî û hevxebatiya di navbera hêz û aliyên Kurdistanî de ye.
Rûpela 9 - Gotara - Ciwanên Kurd û Belûç û hwd li Îranê û Krîza Pêşerojê, ji nivîsa Sefiye Xalidî.
Rûpela 10 – Beşa 3 a gotara – Şivan Perwer, Dengê ku dîrok şiyar kir, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 510 a Rojnameya Agirî, postêreke li jêr navê “Em hene, ger em bibin yek”, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.
Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.