John Bolton, Şêwrikarê berê yê Ewlehiya Koşka Sipî, li hevpeyvînekê de ragihandiye: “Bi tenê jinavbirina Elî Xamineyî bo çareserkirina qeyrana Îranê bes nîne û dibe spaha pssadaran jî jinav here.
Herwisa navbirî ragihand ku rêjîma îslamiya Îranê bi rêya vê damezraweyê, bûye dîktatoriyek serbazî.
Axaftinên John Bolton li halekê de ye ku bi fermana Elî Xamineyê, hêzên spaha pasdaran a terorîst û hêzên tepeserkerên din ên rêjîmê, li ser şeqaman de xelkê nerazî dikin armanca gulleraşandinan û teqeyên rasterast û her ew hêzên rêjîmê birîndaran heta li nexweşxaneyan de dikin armanc.