Navenda Çavdêrî bi ser înterneta cîhanê ku binavê “NetBlocks” tê naskirin li dawî rapora xwe de daye zanîn ku qutbûna înternet li Îranê ji 300 demjimêran derbas bûye û li deheq hewlên rêjîmê bi rêya sîmkartên sipî, huşdarî da.
Herwisa vê navendê li derheq bikaranîna sîmkartên sipî ku rêjîma Îranê li nav karbidestên xwe de belav kirine, hewlê dide bi rêya wan sîmkartana ku înternetek bê sînor hene, xelkê bixelitînin û zanyariyên sexte û armancdar li torên înternetî û bi taybet torên civakî, belav bikin.
“NetBlocks”ê tevî huşdarîdan li derheq wan sîmkartên sipî, huşdarî bi rêjîmê jî daye ku cîhan mêzeyî wan dike û hewlên bo perdepoşkirina rastiyan dê bibelge eşkere bin.
Berpirsên rêjîma jov a Îranê ên wek Ebas Îraqçiyê çewtekar ê wezîrê derve yê rêjîmê bo çewtekarî û jirêderxistina hizra giştî, bi berdewamî hewlê didin bêşermane bibêjin nerizayetî aşitîxwazne bûne û îdia dikin ku bi hatina hêzên biyanî û kesên ku terorîst binav didkin, rêjîm neçar bi besivdanê bûye û bi wî awayî dixwazin hovitî û cinayetên dijî mirovahiyên rêjêmê re hêcetekê peyda bikin.
Idiayên çewt ên rêjîmê li halekê de ye ku kesên li ser şeqaman hatine şehîdkirin an birîndar bûne an hatine girtin, xelkê asayî bûne û tevaviya îdayên rêjîmê çewt in.