Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê dezgeha dad a rêjêîmê daxwaza lezgîntir û tuntirkirin a sepandina siza bi ser xwenîşanderan de kir

16:08 - 21 Kanûna Paşîn 2026

“Xulamhusên Ejêyî”, yê cinayetkar ku serokê dezgeha dad a rêjîmê ye, rû bi dadstan û dadwerên rêjîmê gotiye: “daweriya we li sizakirina xwenîanderan de bi qasa hewce tund û lezgîn nîne” û rexnê li wan digre û daxwaza tuntirkirin û lezgîntirkirin a sepandina siza dike ku bi wateya sepandina lezgîn, bê belge, xoserane û neyasayî ya sizayên giran û bi taybet bikarvekirinê bi ser serhildêrên binçavkirî ye.

Ew cinayetkraê rêjîmê ku gendeliya wî ya malî  eşkere bûye ku dirafeke gelek zêde ji xelkê Îranê dizî ye û bo Kanadayê veguhastiye, yek ji wan cinayetkarên rêjîmê ye ku destûra kuştina nihênî ya gelek kesan bi taybet ên cudabîran daye û rijandina xweîna wan bo rêjîmê bi helal ragihandiye ku li hizra nexweş û wehmiya wan de bi “Mehdûr-Eldem” tê zanîn.