Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Plînoma 6ê ya Kumîteya Navendî: Komara îslamî zêdetir ji her demekê li kendalê herifênê nêzîktir bûye

23:36 - 21 Kanûna Paşîn 2026

(Daxuyaniya birêveçona 6 mîn plînoma Kumîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê)

 

Kumîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li roja Duşemî 19ê Kanûna duyem a  2026 an, 6 mîn plînoma xwe bi rê ve bir. Plînoma 6ê a Kumîteya Navendî ya hilbijartiya Kongireya Yekgirtina Dêmokratan ku bi beşdariya endamên eslî û cihgirên Kumîteya Navenmdî bi rê ve ço, rewşa niha ya Îranê a piştî serhildana befranbara îsal, rewşa Opozîsyona komara îslamî û derfet û gefên li ser rêya tevgera Kurd û herwisa çend mijarên navxweyî û rêkxiraveyî yên Hizbê hilsengandin û biryarên hewce li ser hejmarek erk û projeyên Hizbî dann.

Plînoma 6ê ya Kumîteya Navnedî bi bistek bêdengî bo rêzgirtin ji yad û xebata Şehîdên Kurdistanê bi taybet şehîdên vê dawiyê li êrîşên hêzên kirêgirtiye rêjîmê de bo ser xwenîşanderên Îranê bi taybet deverê nişîv ên Kurdistanê li Kirmaşan û Îlamê dest bi karê xwe kir. li beşa yekem a karê plînomê de rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li berhevdanekî hûr a siyasî û hemûaliyane li ser rewşa giştî ya Îranê piştî pêla nû ya nerizayetiyên vê dawiyê yên dijî komra îslamî, rewşa opozîsiyonê û erkên ser milê tevgera siyasî-netewiya Kurd bi taybet Hizba Dêmokrat kir. Beşdarên pilînomê jî ra û dîtingehên xwe li ser berhevdana Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat dane xuya û bi wî awayî, encam ji basên pilînomê hate girtin.

Plînoma Kumîteya Navendî li ser vê baweriyê bû ku nerizayetiyên vê dawiyê li Îran û Kurdistanê de bi tenê bo nîşandana nerizayetî li derheq rewşa aborî, bêkarî, bilindbûna nirxan û bênirxbûna dirafê Îranê û ji vê nêrînê ve, daketina zêdetir a roj bi roj a şiyana kirîn a xelkê nebû, belku hevdem berhema hişyarî û têgihîştina siyasî ya xelkê û serhildan bi dijî rêjîma siyasî ya dîktator û mirovkuj e ku jiyan û maf û azadiyên wan zewt kirine û bersiva her cure daxwaz û mafxwaziyeke xelkê bi agir û tepeserkirina bi xwîn dide. Lewma demek durûşma “Biherife dîktator” hate bilindkirin, bi fermanan Xamineyî, mezintirîn kuştara xelkê ser şeqaman hate kirin.

Plînoma Kumîteya Navendî tevî hevxemî digel malbatên wan hezaran kesî ku li vî heyamî de li pêvajoya nerizayetiyan de bi teqeya rasreterast a hêzên rêjîmê şehîd bûn an li girtîgehan de canê wan ji wan hatiye standin, pêdegirî li ser vê yekê kir ku xwînbihaya wan şehîdan û nirxdana giran a vê serhildanê ev e ku komara îslamî zêdetir ji caran bi kendalê herifînê nêzîk bûye.

Plînoma Kumîteya Navendî bi bilindnirxandina cangorîkirina xelkê Kirmaşan, Îlam û Melekşayê li wan nerizayetiyan de mangirtina roja 18ê Befranbarê li Kurdistanê bo piştevanîkirina xelkê Kurdistanê li welatiyên deverên nişîv ên Kurdistanê, piştevanî li bilindkirina dengê hatî bilindkirin ê xelkê deverên din ên Îranê û şermezarkirina tundûtîjiya komara îslamî bi bilind ragirt û ragihand ku ev mangirtin careke din jî pêgeha bilind a siyasî û rêkxistinkirî ya tevgera Kurd li Îranê de da nîşandan û bawerî û hitbareke zêdetir bo Kurd li hevkêşên paşeroja Îranê de bi dest xist.

Plînoma Kumîteya Navendî li beşeke din a mijarê de îşare bi nerizayetioyên vê dawiyê li Îranê û siyasetên komara îslamî wek qutkirina hemû hêlên pêwendîgirtinên navxweyî Îranê bo derveyî Îranê, tepeserkirina bi xwîn a xelkê û vekirina pêşangeha termên kuştiyan helwêsta Amerîka û Ewropayê li hember komara îslamî bi hev nêzîktir kiriyeꓼ li ser vê baweriyê bû eva ku heta niha jî komara îslamî ragirtîye tenê alav û hêza tepeserkirin û nebûna alternatîvek bo vê rêjîmê ye. Plînom li ser vê baweriyê bû ku hewldana hemûalî ya dijberên komara îslamî herî kêm, bo gihîştin û lihevkirin û xirîserhevkirina hêzên wan bo derbasbûn ji komara îslamî, hewcehiyeke gelek hestiyar e. her li vê çarçoveyê de jî bihevnêzîkbûna zêdetir a hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û hebûna berhema kar û projeyên Navenda Diyalog bo Hevkarî a Hizbên siyasî yên Kurdistana Îranê bi bilind nirxand.

Plînom li beşeke din a basên xwe de bi balkêşandin bi ser bûyerên vê heyamî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û berfirehbûna şer û dijheviyan, li ser vê baweriyê bû ku eva li vê heyamê de li bajarê Heleb û cihên din ên wî welatî de bi dijî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê de diqewime, li berdewamiya wan şerane ye ku li salên berê de jî berdewam bo ser Kurdan hatiye kirin û armanca wan dîsan pêdagirî li ser siyaseta pêştir a rêjîmên berê ye ku bersiva her mafxwaziyeke Kurdên wî welatî bi qirkirin û guherîna dêmografî û pêkhateya rûniştiyên vê deverê daye. Plînom pêdegirî li ser vê yekê kiriye ku bi komkujî û qirkirina netewî, dijheviyên siyasî nayêne çareserkirin û netewa Kurd jî ku bi dirêjahiya dîrokê bo mafên xwe yên rewa xwîn û nirx daye û canê xwe fîda dike, ji xebata bo bidsestveanîna mafên xwe, sar û sist nabe. Lewma îtirafkirin bi vekhevî û mafên rewaye Kurd û hemû pêkhateyên wî welatî û hewldan bo çareserkirina dijheviyan bi rêya diyalog, çareseriya rastîn a vê rewşê ye. Herwisa pêşdestiya aliyên navnetewî û bandora wan pêka berpirsayetiya siyasî û exlaqiya wan, dikare hander û alîkarderek girîng be bo dawîanîn bi vê rewşê.

Li beşên din de destûra karê 6 mîn plînoma Kumîteya Navendî, çawatiya aktîvkirina beşên curbicur ên organîzma Hizbî ya pêywendîdar bi rewşa niha ya Îran û Kurdistanê li pêxema amadehiya zêdetir a Hizbê bo rûberûbûn û rolhebûna zêdetir li pêşhatên siyasî li paşerojê bû ku piştî vergirtina ra û dîtingeha beşdarbûyan, pêspartî û biryara hewce bi ser hate dan.

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Kumîteya Navendî

20ê Kanûna duyem a 2026 an