Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 800 sînemakarên li asta cîhanî de kuştina serhildêran li Îranê şermezar kirin

11:37 - 22 Kanûna Paşîn 2026

Zêdetir ji 800 sînemakaran ji lîstikvanên fîlman û derhênerên binavûdengên cîhanê bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar, kuştin û îşkencekirina xelkê Îranê ji aliyê rêjîma hov ve li wan xwenîşandanên dawiyê de, bi tundî şermezar kirin.

Li vê daxuyaniyê de hatiye: rêjîma Îranê li bersiva xwenîşandanên berfireh û aştîxwazaneya xelkê Îranê bi dijî, tepeserî, hejarî, cudatîdanîn û bêdadiya sîstematîk, di cihê bihîstina dengê xelkê, biryar daye bi gulleyên şer, kumkujkirin, binçavkirinên bi kom, îşkence, bêserûşûnkirina bi zorê û qutkirina seranserî ya înternetê, bersivê bide.

Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye: “Ti hêzeke siyasî mafê vê yekê nîne ku ji bo mana xwe an perdepoşkirina rastiyan, xelkê komkuj bike”.

Li dawiyê de wan sînemakar û derhênerên sînemayê daxwaz ji navendên serbixwe yên navnetewî, festîvalên filman, damezraveyên çandî û hunerî û civaka cihanî a berhemhênerên fîlman û lîstikvanên cîhanî yên sînemayê kiriye ku, cinayetên rêjîma Îranê  şeremzar bikin û pêdeçonê li pêywendiyên xwe digel rêjîma Îslamiya Îranê de bikin.