Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka bi berdewamî hêzên xwe li Rojhilata Navên de zêdetir dike

11:43 - 22 Kanûna Paşîn 2026

Li berdewamiya zêdebûna hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn, Amerîkayê balafirên şerker ên Skadrana Esmanî ya 494 a Hêza Esmaniya Amerîkayê şandine welatê Ordonê û tevî ku gemiya balafirhilgira “USS Abraham Lincoln” rû bi avên Rojhilata Navîn ve tê, egera şandina 2 gemiyên din anku navên balafirhilgir bo deverê heye.

Herwisa Artêşa Amerîkayê piştrast kiriye ku tevî hatina balafirên şerker bo Ordonê, sîstemên zêdetir ên berevaniya esmanî yên “Patriot” û “TAD” bo Rojhilata Navîn û kendavê hatine şandin.

Zêdetirbûna hêzên li jêr fermana CENTCOMê li halekê deye ku şerê devkî yê li navbera berpirsên rêjîma Îranê û welatên Rojavayî bi taybet Amerîkayê gelek zêde bûye û pêka rapora “The Wall Street Journal”, Donald Trump daxwaz ji tîma xwe kiriye ku bernameyek yekalîker li derheq Îranê de bidne wî.

Ragihandinên Îsraîlî jî belav kirine ku Îsraîl li rewşa amadebaşiya tevav de ye û egera êrîşa serbazî ya Amerîka bo ser rêjîma Îranê gelek zêde bûye”.