Kurdistaniyan û hejmarek ji xelkê çendnîn welatên Ewropayê bi armanca piştevanîkirin ji serhildan û berxwedana xelkê Rojhilatê Kurdistanê û herwisa berxwedana xelkê Rojavayê Kurdistanê, li çendîn bajaran de li Ewropayê xwenîşandanên gelek berfireh birê ve birin.
Li bajarê Lendenê li Birîtaniya, bajarê Kopênhag li Danmarkê, bajarê Lêstir li Birîtaniyayê, bajarê Lîvirpûl li Birîtaniyayê, li welatê Swîsê û herwisa li bajarê Monstir li Alman de xwenîşandanên berfireh hatine lidarxistin.
Li wan xwenîandanan de bi awayekî gelek berfireh alaya Kurdistanê hatiye bilindkirin û sirûdên netwî hatine strandin û durûşmên netewî hatine dan.
Herwisa bi beşdariya şaneya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Bolzano ya Îtaliyayê de piştevanî li serhildana netewên Îranê hatiye kirin.