Wezareta Derve ya Amerîkayê bi belavkirina peyamekê ragihand ku qutkirina înternetê li Îranê rojane zêdetir ji 37 milyon Dolar xisarê digehîne aboriya xelkê Îranê û karên ticarî û kasibiya xelkê disekinîne û givaşa bi ser aboriya malbtan zêdetir dike, ev kiryara rêjîmê, bizanebûn û bi armanca kontrolkirina cîvakê ye û wek alavekê bo tepeserkirin û herwisa hejartirkirina xelkê bikar tîne.
Li vê peyamê de hatiye, li halekê de xelkê Îranê ji înternet û derfetên aborî hatiye bêparkirin, berpirsên rêjîmê bi xwe înternet hene da ku çewtekariyan belav bikin û desthilata xwe biparêzin û ev yek dide selimandin ku rêjîm zêdetir ji her tiştekê ji Îranek avedan û hişar dirirse.