Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

May Sato daxwaza pêkanîna heyeta peydakirina rastiyan bo lêkolîn bi ser cinayetên rêjîma Îranê kir

11:58 - 22 Kanûna Paşîn 2026

May Sato, rapoertêra Taybet a Rewşa Mafên Mirovî ya Saziya Netewên Yekrtî bo zêrevanî û Karûbarên Îranê ragihand ku, bo lêkolîn li ser qewimîna “cinayet bi dijî mirovahiyê” li pêvajoya tepeserkirina neraziyan û herwisa bo egera  lipeyketin li pey Elî Xamineyî li Dadgeha Sizakirina Navnetewî, pêkanîna heyeteke serbixwe ya peydakirina rastiyan li Îranê, hewcehiyek hestiyar e.

May Sato ragihand ku “cinayet li dijî mirovahiyê”, binpêkirina berfireh û sîstematîk a mafên mirovî bi dijî xelkê medenî ye ku kuştin, îşkencekirin û binçavkirinên xoserane û armancadar li xwe digre.

Herwisa navbirî bi tekezî ragihand ku gelek belge û girte vîdyo li ber dest hene ku didin xuya ku hêzên tepoeserker ên rêjîmê bi çekên şer teqê li xelkê medenî dikin, lê bo bi fermînaskirina encamdana cinayet bi dijî mirovahiyê, hewcehî bi lêkolîneke serbixwe û hûr heye û qutkirina înternetê, peydakirina rastiyan gelek dijwar kiriye.